Dostên min ên Hêja,
Dema ev name bigihîje destên we, wê ji we re bibe heneke min a dawî…
Min jiyanek jiya û ji her kesê ku kete nava jiyana min pir tist fêr bûm; min ji wan tiştên fêrbûm hilbijartinek kir, ez bûm şahîdê heqîqetê ango heqîqatan û derbasî aliye din a qutba diyalektîka jiyanê bûm, hêvî dikim ev bibe vesîleya xêrê. Wekî mirovekî ji rêzê ji dayîkbûm, wekî mirovekî ji rêzê jî xatir ji we dixazim. Ez dizanim ku min gelek caran we di nîvê rê de hişt, carna bi ser hişkî nêz bûm û min we xemgîn kir. Cara dawî min bibexşînin.
Min wekî ciwanekî ji rêzê, ji ber nakokiyên xwe yên ji rêzê hilbijartinekî sade kir; beriya her tiştî min ev hilbijartin ji bo xwe kir. Ji bo armancekî mezin (ûlvî) ne ketim rê, min têne xwest bi mirovên ne ûlvî re, cihanê bê sihir û daketiye asta tişt de hinek bi sihir bikim, ewqas. Ez fêrbûm ku nakokiyên min nayên derbaskirin, ji ber ev nakokî nakokiyên civakîne mirov encax dikare nakokiyên xwe rêxistinbike û di astekî hîn bilindtir de bi civakî bike. Xala ku di jiyana xwe de herî zêde nêzî heqîqatê bûm ev e.
Wekî kesekî ku li Soke bi kaçaxî ji dayîkbûye, Duisburgiyekî ji Tirkiyê, Claubergiyek, li Tirkiyê jî her çi bim wekî “Ew” bûyînê qet poşman nebûm. Ger mirov di jiyanê de bizanibe veguherîne destkeftiyekê, her bûyera pêk tê firsendekî baş pêşkeşî mirov dike. Derdê min ez ti car mezin nebim, nebim parçayek ji cîhana mezinan, her tim zarok bimînim.
A niha wekî Peter Pan diçim Neverland ê, ji bo ti carî mezin nebim. Tiştekî ku ji vê zedetir bikaribe min kêfxweş bike çênedibû.
Werger û nîqaşkirinekî rast a Marx pêkbînin. Ji vir, dînamîkên şoreşgerî ya di bin diyardeya pirsgirike jinê de xuya dike li ser bingeha komûnîstî, bi awayekî xuluqdar û bê ku belavbibe, li ser bingeha civakîbûnekî alternatîf û parastina cevherî, derketinek rêxistin bikin, tika dikim!!! Şaneyên Sor (Kızıl Hücreler), Liwayên Sor (Kızıl Tugaylar), Panterên Reş (Kara Panterler) pir girîng in. Wekî hebûnekî proleter, wekî bikaranîna diyalektîkê, wekî cerbandinekî rêxistina milîtan û civakbûyinê, li ser PKK bi girîngî bisekinin, tîka û tîka dikim! Divê em lêgerîna wî ya li heqîqatê, li ser xwe fikirandin û damarê wê ya proleter a ku dema xwe erenî dike heman demê de neyinî jî dike bigihînin Rojava (Tirkiyê). Li ser vê esasê em Gezî’yê bi awayekî tuj rexne u tehlîl bikin da ku em karibin bikin sedema derketinekê tenê bajarê ku buyerên Gezî pêknehat Bayburt e; li gor min, bi taybet di girêdana pirsgireka jin û veguhardina karên hilberîne de dive ev bajer baş were tehlîl kirin. Li gor min pevajoya koma bîrdozî ya destpêke ya PKK pir pir girîng, pir fêrker e.
Bi hêviya ku hûnê jiyana mirovên kedkar ên ji rêze yên li rojavayê Tirkiyê efsûn bikin, lehengên ji rêze bi afirînin, tovên derketinek mezin biçînin û rêxistina û paşdar a legerînvaniya heqîqatê bi afirînin…
HER DİLEK ŞANEYA ŞOREŞGERİYÊ YE
HÊZA XEYALÊ BER Bİ ÎKTÎDAR E!
Bi kenên mezin re